Helsinkiya bê Nazî – niha û herdem!

Roja serxwebûna Fînlandiya 6.12 li Helsinki bo avakirina cîhanek ku cihê faşistên lê nebe. Xwepêşandan dê di 17:00 de li Narinkkatori kom bibe.

Li salên borî bi milyonan mirov li her derên cîhanê ji bo avhewayê berxwedan dikin bi serkêşîya ciwanan, daxwaza mafên hevwelatbûyînê dikin û dijî faşizm û birêveberîyên otorîter û kapîtalizmê rabûne serpiyan. Hevdem li Fînlandiya jî aktîfbûyîna faşistên lawaz bûye û ji xwenîşandanên heftane bi giştî gihaye asta livîna çend komên biçûk.

Li roja serxwebûna Fînlandiya 6.12 rastgirên tundrew bi meşek dixwazin dîsan lawazbuna xwe zindî bikin, ji marjînal buyîne bînin ber çavan û dixwazin meşên xwe geştir bikin.

Em naxwazin vê salê tu tecrubeya serkeftinê bidin dest faşistan. Bona wê em ji hemû kesên ku dilxwazên civakên azadin daxwaz dikin ku li gel me cadde u kolanên Helsînkî tuje bikin.

Kesên ku meşa 612 rêkxistin dikin û yên beşdar jî, kesên naskirîne û xwe li bin maskê welatparêzên nerm nîşan didin. Rêxistina nazî ya bi navê Tevgera berxwedana welatên bakûr (Pohjoismaiden vastarintaliike) ya ku ji serê salêve hat qedexekirin ji sala 2014 pêde bi al û nîşanên xwe beşdariya wan meşan dike. Herwiha rêxistina bi navê Suomen Sisu û kesên aktif yên partîya Fînîyên resen (Perussomalaiset) jî, hetta serokê partîya wan Jussi Halla Aho û kesên din yên wê partiyê beşdarîya van meşan dikin.

Partîya Fînîyên resen ku ji rastgirîya populîstî ber bi faşistîya aşkira herikîye, hîna li gor pîvanên alîgirîyê partîya herî mezine li Finlandîya. Endamên vê partîyê herdem beşdarî çalakîyên faşiztên dibin û teorîyên antîsemitîzmî li nav endamên wan û heya serokatîya wan belav dibin. Herwiha partîya kokomus jî gelek caran heman gotinên wan dubare dikin, wek gotinên ”guherîna nifusê”. Şerê dijî faşizme nikare bê cudakirin ji şerê dijî guherîna avhewa be. Kesên li Finlandiya dijayetîya xebata dijî guhertina avhewa dikin jî zêdetir endamên partiya Fînîyên resenin.

Her çend beşdarbûyîna meşên 612 kêmjî bûye lê divê em bi şiklek konkret nîşanî wan bidin kû êdî pêlên faşist berûvajî bûne û bayê siyasî rêya xwe guherîye, û ne tenê li Finlandiya belku li cihên din yên cîhanê jî. Em dikarin mînaka berxwedana xweragirên jinên kurd bigrin ku dijî cîhadiyan û leşkerên Tirk-NATO ji bo parastina şoreşa xwe ya ku dibe tovê femînizmê tekoşîn dikin. Herwiha li gelek deverên cîhanê, li Rojhilata navîn, Amerikaya Latîn, Asya û heya Katalonya li çend mehên dawî berxwedana gelan dijî faşizm û rêveberîyên otorîter li zêdebûndaye.

Ala û pankartên xwe hildin û dost, heval, kesên malbata xwe û hevkarên xwe bînin û tevlî me bibin da kû nîşan bidin ku li Fînlandîya jî hêza me ya kesên dilxwazên cîhanek mafperwer ji hêza faşîstan zêdetire!

Ji kerema xwe re al û nîşanên partiyên siyasî û dewletan, û herwiha nîşaneyên otorîterîtîyê nehînin çalakiyê.

Çalakî ji alîyê Koalisyona ’Helsinkiya bê Nazî’ birêve diçe.